Li herêma Cizîrê 4 kes bi Koronavîrusê ketin-hate nûkirin

Şaneya Kirîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 4 kes li deverên herêma Cizîrê bi Koronavîrusê ketine. Şaneyê piştrast kir ku ew ê tedbîrên pêwîst bigire da ku rê li pêşiya belavbûna pandemiyê bigire.

Şaneya Kirîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreyek çapemenî li Gerînendeya Têkiliyên Derve li bajarê Qamişloyê li dar xist. Di kongreyê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa axivî û got 4 kes li deverên herêma Cizîrê Koronavîrus vegirtine. Mistefa diyar kir ku şaneyê dê tevahiya tedbîran bigire, da ku rê li pêşiya belavbûna pandemiya koronayê li herêmê bigire.

Mistefa destnîşan kir ku kadroya tenduristiyê ji welatiyên bi wan guman bûne ku virus vegirtine, yekser test ji wan re çêkirine û kirine karantinaya malê.

Di nav axaftina xwe de Mistefa da zanîn ku îro encamên testên wan welatiyan derktin, ji ber wê diyar bû ku welatiyên ku bi vîrusê ketine 4 in, di nav de 3 jin ji bajarê Qamişloyê ne û ciwanek ji bajarê Hesekê ye. Li ser wê Mistefa bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparatinê bigirin.

Ciwan Mistefa rave kir ku ew derbasî qonaxeke nû bûne û Şaneya Kirîzê dê tedbîrên xweparastinê bigire û dê di demek nêz de eşkere bike.

Ji meha Nîsanê ve û heta niha 6 kes li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Koronavîrusê vegirtine di nav de jinek ji bajarê Hesekê miriye.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din