Li “herêma bêçek” Tirkiye destekê ji nuqteyên xwe re dişîne

Hêzên rejîmê zêdetirî 65 top avêtin başûrê bejahiya Idlibê û dewleta Tirk teqemenî û leşker şandin nuqteyên ku çeteyên Cebhet El-Nusra lê hene anku hêrêmên bejahiya Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li herêmên qaşo bêçek, piştî çend saetan ji aramiyê, hêzên rejîmê dest bi topbaraneke dijwar kir.

Vê sibê hêzên rejîmê zêdetirî 65 top avêtin bajarokên Mera Herma û Marzêta yên li başûrê bejahiya Idlibê, her wiha hêzên rejîmê yên li pira Şêxdîlê bi cih bûne bajarokê Îs ê başûrê bejahiya Idlibê ku nuqteya Tirkiyê lê heye, topbaran kir.H eta niha windahî tune ne.

Tê zanîn ku ji roja pêncşemê heta vê sibê li herêmên qaşo bêçek aramî hebû, lê di saetên derengiya şevê de hêzên rejîmê herêmên li eniyên Kebanê yên bakurê bejahiya Laziqiyê, gundên Hiwêca, qada Xezal, Sermaniyê yê li Sehil Xeb ê li bakurê rojavayê bejahiya Hemayê topbaran kirin.

Her wiha dewleta dagirker a Tirk hêj destekê dide nuqteyên xwe yên li herêmên "qaşo bêçek", di vê derbarê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibê bi rêya korîdora Kefer Losîn a li ser sînorê bakurê bajarê Idlibê, 20 wesayitên zirxî û leşker derbasî xaka Sûriyê bûn û ber bi nuqteyên di bin serweriya Tirkiyê de ve çûn.

Di 1`ê Cotmehê de artêşa dagirker a Tirk bi rêya herêma Xerbit El-Coz a rojavayê Idlibê alîkariyên nû şandin ji komên çete re û ber bi nuqteya Îştebriq a li rojavayê bejahiya Idlibê ve çûn.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê ya navdewletî de ye) ji sedî 90 xaka parêzgeha Idlibê serwer kiriye û cihê ku nuqteyên çavdêriya Tirkiyê lê hene, çeteyên Heyet Tehrîr lê bi cih bûne.

(eh)

 


Mijarên Din