Li “herêma bêçek” bi balafirên bêpîlot êrîş û topbaran

Ji derengiya şevê din heta vê sibê hêzên rejîmê gelek noqte li bejahiyên Idlib û Laziqiyê topbaran kirin. Ev yek jî metirsiyê li ser têkçûna agirbesta nû çêdike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rejîmê derengiya şeva şemiyê û serê vê sibê Kefersecna, El-Tih, Um Celal, El-Xudfa yên bejahiya bajarê Meret Nûman ê rojhilat, eniya Kebane ya çiyayê Ekrad ya bejahiya bakurê Laziqiyê û eniyên Sehil El-Xab û gundê Şehşibo yê bejahiya bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Di roja 9`an a agirbestê de, bêdeniyek li “herêma bêçek” heye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh topbarana ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve li ser herêmên Hîş, El-Tih, Şêx Mustefa, Meret Herma, Rekaya, Kefer Senca, Meseran û El-Neqîr a bejahiya başûrê Idlibê belge kir.

Hêzên rejîmê duh ragihand ku wan êrîşa komên terorîst a bi 3 balafirên bêpîlot li ser Sehil El-Xab têk bir.

Çavkaniyan di demên berê de got agirbesta dawîn a Rûsyayê muhlet daye Enqereyê da ku çeteyên Tehrîr El-Şam û Hikumeta Enqaz werin rakirin û rejîm rêya bazirganî ku di Idlibê re derbas dibe, kontrol bike.

Heman çavkaniyan anî ziman ku çeteyên Tehrîr El-Şam dev ji baregehên xwe yên nêzî rêya Şam-Heleb a naveteweyî bernedaye.

(kc)

 


Mijarên Din