Li herêma Babê 7 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrîn ragihandin ku hêzên wan li gundê Hizwanê yê Babê çalakiyek li dijî bargehên çeteyan li dar xist di çalakiyê de 7 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) der barê çalakiyê de daxuyaniyek niviskî weşand.

Daxuyaniya HRE‘yê wiha ye;

 Di daxuyaniyê de hate gotin çalakiyek hêzên wan bê navber li dijî leşker û terorîstên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ya li Efrîn û herêmên derdora wê bicîh bûne didomîn in.
Di dîroka 12ê Tîrmehê de hêzên me li gundê Hizwan yê girêdayî herêma Babê çalakiyeke li dijî baregeh û stargehên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di encama çalakî û pêvçûnên dijwar di navbera şervanên me û çeteyan de rû da, 7 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me dest danîn li ser dûrbînekî şevê ya artêşa Tirk a dagirker, çekek AK-47 kalaşnikof û telefonekî çeteyan.

Çeteyên ku hatine kuştin endamên van koma ne: koma çete ya Sultan Murad, Tevgera Ehrar El Şam û El Cebha El Şamiyê."


Mijarên Din