‘Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê divê her kes bibe leşker‘

Oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku divê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin û piştgiriya hêzên leşkerî bikin û herêmên xwe biparêzin. Oldaran got li dijî zêdegaviya Tirkiyê divê her kes bibe leşker.

 Narazîbûnên gel ên li hember gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Di vî warî de oldarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku Tirkiye bi rêya gefên xwe têkbirina ewlehiya herêmê armanc dike.

Serokê Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk Mihemed Mele Xerzanî diyar kir ku wek kongre ew gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û got: "Li tevahiya Sûriyê tu herêmeke ewle mîna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye. Tirkiyê ji herêma ewle armanc dike ku herêma me bike herêmek leşkerî, berhemên wê talan bike û zarokên me bikuje."

Mihemed Mele Reşîd Xerzanî destnîşan kir ku ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtin, pêkanîna erka xwe û piştgiriya hêzên leşkerî yên ku herêmê diparêzin, pêwîst dike û wiha domand: "Ji bo sekinandina li hember zêdegaviya Tirkiyê divê em hemû bibin leşker."

Xerzanî destnîşan kir ku wek oldar û meleyên mizgeftan ji erka wan e ku di xutbeyên xwe de bang li tevahiya pêkhateyên herêmê bikin da ku yekrêziya xwe ava bikin û got: "Bi taybet di vê pêvajoya hesas de ya ku em bi hewcedariya yekitiyê ne."

Xerzanî bang li tevahiya dewletên herêmî û cîranên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku sûd ji tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin û wiha pê de çû: "Kêmnetew û pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, musliman, xiristiyan mafên xwe bi giştî bi dest xistine  û tu cudahî di navbera wan de tune ye."

‘Tirkiye wêrankirina ewlehiya herêmê armanc dike’

Serokê saziya olî ya navçeya Til Birakê Ehmed El-Temî destnîşan kir ku gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qesd in û armanca wan wêrankirina ewlehiya herêmê ye, ne ku mîna îdia dike avakirina herêmeke ewle ye. El-Temî wiha berdewam kir: "Tirkiye dixwaze herêma ku xwe bi xwe bi rêveber dibe wêran bike, wê bike nimuneya xirabe, wêraniyê, nakokiya nîjadî û taîfî û berhemên wê yên binerd talan bike."

El-Temî diyar kir ku Tirkiye hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta herêma ewle dagir bike û got: "Ev hincet ne rast e. Herêma me ewle ye û pêkhateyên herêmê yên ku yekitî û pergala Rêveberiya Xweser ava kirin û xwe bi xwe rêve birin, dikarin destkeftiyên xwe biparêzin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya