‘Li hemberî vê fitneya Tirkiyê ya organîzekirî bisekinin’

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku zêdebûna asta aloziyê li Zinî Wertê dê bandorên wê yên neyînê li ser gelê Kurd hebin. Her wiha destnîşan kirin ku Tirkiye hewl dide tevna Kurd parçe bike. Siyasetmedaran bang  li hemû hêz û aliyên Kurd kirin ku li hemberî fitneya Tirkiyê ya organîzekirî bisekinin.

Bi berdewamkirina aloziyê li herêma Zînî Wertê ya girêdayî navçeya Rewandiz ê ya başûrê Kurdistanê û kombûna hêzên PDK`ê li herêmê, siyasetmedarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku dewleta Tirk van aloziyan bikar tîne ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Tirkiye hewl dide tevna Kurd parçe bike û hewldanên yekîtiya Kurd têk bibe.

Ji bo naskirina rastiya bûyerên li herêma Zînî Wertê rû didin, siyasetmedarên li navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê ji ANHA`yê re axivîn.

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Ismaîl Hec Ferhan girêdayî mijarê got: "Ew nakokiyên li başûrê Kurdistanê ku di navbera hêzên Kurdan de rûdidin xizmeta gelê Kurd nakin. Ew nakokî xizmeta berjewendiyên dewletên dagirker û aliyên ku hewl didin nasnameya Kurd tune bikin, dikin.”

‘NAKOKÎ DÊ BI AWAYEKÎ NEYÎNÎ BANDORÊ LI GELÊ KURD BIKIN’

Ferhan diyar kir ku pirsgirêkên heyî divê bi rêbazên aştiyane werin çareser kirin û wiha pêde çû: “Ji ber nêzîkbûna berçav a di navbera partiyên Kurd de ev nakokî bi awayekî neyînî bandorê li hêz, partiyên Kurd û gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Rojava dikin.

Endamên Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê piştgiriya tevahiya însiyatîfên çareserkirina pirsgirêkan di navbera partiyên Kurd de dikin; însiyatîfên ku banga yekîtiya Kurd û piştgiriya gelê Kurd ê ku ji ber wan nakokiyan diêşe, dikin."

Ferhan di berdewama gotinên xwe de got: "Gelê Kurd li Rojava pir diêşe. Bi hezaran şehîd dane û bi sed hezaran jî koçber in. Ger lihevkirina Kurd çêbû yan jî yekîtiya Kurd pêk hat em ê karibin gelê xwe biparêzin."

Endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Ehmed got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyê ya derbasî sala xwe ya nehan bûye ve, me karî gelek destkeftiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest bixin. Di serî de avakirina Rêveberiya Xweser û rizgarkirina herêmê ji terorê. Lê dijminên gelê Kurd di sêrî de dewleta Tirk hewl didin wan desteftiyan têk bibin."

‘YEKITÎ HÊZ E, TIRKIYÊ HEWL DIDE TEVNA KURD PARÇE BIKE’

Ehmed wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dewleta Tirk dizane ku yekîtiya Kurd hêz e. Ji ber wê ev du mehe hewl dide şerek navxweyî Kurd-Kurd li herêma Zînî Wertê li başûrê Kurdistanê biafrîne. Aloziyên li herêma Zînî Wertê û komkirina pêşmergeriyên PDK`ê li wir, rê dide Tirkiyê ku tevna Kurd parçe bike û partiyên Kurd ji yekîtiyê dûr bixîne."

Di dawiyê de Ehmed bang li tevahiya partiyên Kurd û saziyên başûrê Kurdistanê kir ku li hember vê fîtneya orgenîzekirî bisekinin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din