​​​​​​​‘Li hemberî derxistina fitneyan hişyar bin’

Nûner û şêxên eşîreyên Şedadê gotin:  “ Armanca hedefgirtina şêx û rûspiyan derxistina fitneyê û tevlîheviyê, têkbirina aramî û îstiqrara herêmê û sorkirina şêniyan li dijî Hêzên Sûriya Demokartîk e.”

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk îspat kir ku dikare destkeftiyên gel biparêze û aramî û ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, her wiha rêxistinên terorîst li herêmê tune bike, gelek aliyan xwest îstiqrara li herêmê têk bibin.

Di demên dawîn de hin aliyên derve û di serî de şaneyên girêdayî hikumeta Sûriyê û îstixbaratên Tirkiyê hewl da bi rêya hedefgirtina şêx û serokên eûşîr û qebîleyên Ereb, tevlîheviyê di navbera eşîrên herêmê de derxin û QSD`ê tewanbar bikin, da ku armancên xwe ku di dirêjahiya 10 salên borî de nikarîbûn pêk bînin, niha pêk bînin.

Berdevkê eşîra El-Mehasin Ebdulqadir Şeban bi navê hemû eşîrên herêma başûrê kantona Hesekê sersaxî da eşîrên Dêrazorê.

Şeban li ser fitneya ku aliyên derve ji bo têkbirina ewlehiya herêmê derdixin, hişyarî da û wiha got: "Em bang li gelê xwe û eşîrên xwe yên Dêrazorê dikin ku hevgirtî bin, xwe aram bikin û bi pey planên terorê û hêzên dijber nekevin."

Gelek aliyên derve bi rêya şaneyên xwe dixwazin li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokartîk komployan saz bikin. Şeban li ser vê yekê dibêje: "Divê em têbigihêjin vê yekê û ji bo têkbirina van planan em yek dest bin."

Şêxê eşîra El-Meşahda Egla El-Hisên jî da zanîn ku armanca bûyerên kuştinê, derxistina fitneyeke mezin li herêmê ye û got: "Aliyên hundirîn û derve bi rêya çeteyên xwe, vê fitneyê plan dikin."

El-Hisên wiha pê de çû: "Wekî êl û şêxên eşîran em gelê xwe yê herêma Dêrazorê hişyar dikin,da ku bi pey planên rejîma Sûriyê û çeteyên wê, dewleta Tirk û komên girêdayî wê û Îranê û ajanên wê nekevin."

Ji aliyê xwe ve nûnerê eşîreya El-Boimêra Menaf El-Reca tekez kir ku ew li pişta eşîrên Dêrazorê û Hêzên Sûriya Demokratîk in û dê hemû planên Tikriyê û sîstemên din ên derxistina tevlîheviyê û têkbirina aramiya herêmê, vala derxin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku QSD`ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi pêngaveke ewlehiyê ku beriya çend rojan dest pê kiribû, bi dehan endamên şaneyan girt. Kesên hatine girtin li xwe mikur hatin û planên terorî eşkere kirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din