Li Hemayê 15 leşkerên hikumetê û 7 çete hatin kuştin

Di encama êrişa çeteyan li ser baregehên hêzên hikumetê li gundê Tencera yê Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê, 15 leşkerên hikumeta Sûriyê û 7 çete hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrişa çeteyên dewleta Tirk li ser baregehên hêzên hikumetê yên li Sehil El-Xab ê gundewarên bakurê rojavayê Hemayê, 15 endamên hêzên hikumetê hatine kuştin.

Navenda tekez kir ku her wiha 7 çeteyên koma Heres El-Dîn jî hatine kuştin. SOHR’ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk û di nava odeya operasyonên "Herid El-Mumînin" de şer dikin, gundê Tencera yê Sehil El-Xab xist bin serweriya xwe. Her wiha şer û topbarana hêzên hikumetê bi dijwarî li ser herêmê didome da ku gund careke din bixin bin serweriya xwe.

Ji destpêka agirbestê ve ku 15`ê Adarê de ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve hate ragihandin, ev cara yekemîn e hejmareke zêde kuştî çêdibin.

(bx)


Mijarên Din