Li Helebê Yekemîn Festîvala Jin a Şehîd Berçem dest pê kir

Bi dirûşma “Huner şerê hebûn û azadiyê ye” Yekemîn Festîvala Jin a Şehîd Berçem li taxa Şêxmeqûs a Helebê dest pê kir.

Tevgera Hîlala Zêrîn Yekemîn Festîvala Jin a Şehîd Berçem a Çand û Hunerê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê orgenîze kir. Destpêkê meşek li dar xist ku bi sedan endamên tevgerê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kantona Şehba, Efrîn û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye lê beşdar bûn.

Meş ji pêşiya navenda tevgerê li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li cihê lidarxistina çalakiyê li herêma Cibênat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd rawestiya.

Di destpêka şahiyê de qeyda deng a rêber Abdullah Ocalan ku behsa çanda kurdî dike, hat guhdarkirin.

Paşê bi navê Koordînasyona Kongra Star Zelal Ceger axivî û pêwîstiya mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdên azadiyê Ferhad, Berçem û hevalên wan destnîşan kir û soza berdewamkirina têkoşînê heta hilanîna tola şehîdan û pêkanîna hêviyên wan da.

Her wiha Zelal Ceger got: “Gelê me di 10 salan de ev peyam da dagirkeran ku em hene û kesek nikare me tune bike. Dê di rêya vê armancê de azad bijîn.”

Di dawiyê de Zelal Ceger diyar kir ku kilîta serkeftina sûriyan û projeya wan a Rêveberiya Xweser di xurtkirina biratiya gelan û yekitiya pêkhateyan de li hember dagirkeran û çeteyên wan nixumandî ye.

Piştre belgefîlmek li ser jiyana Şehîd Berçem hat pêşandan. Hunermend Dunya Selama ya ji Reqayê stranên erebî yên folklorî gotin.

Her wiha koma Şehîd Canda ya dîlanên folklorî ya kantona Kobanê dîlan pêşkêşkin. Koma Stara Zêrîn a Kantona Qamişlo stranên şoreşgerî gotin.

Hunermenn Newroz Silêman a ji Efrînê sta û beşdaran li ser stranên şoreşgerî û yên çanda Efîrnê govend gerandin.

Çalakiya roja yekemîn a Festîvala Jin a Şehîd Berçem bi dawî bû.

Festîval dê 3 rojan dewam bike.


Mijarên Din