Li Helebê turnuveya fubolê

Yekitiya Werzîşê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Helebê bi beşdarbûna 18 tîmên futbolê turnuveya "Kupa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" da destpêkirin.

Turnuve li stada Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Şêxmeqsûdê tê lidarxistin.  Îro 5 maç hatin organîzekirin. Tîma Şaredariyê ya zilamana -Tîma Serhed, Tîma Ciwanên Şaredariyê - Nexweşxaneya Şehîd Xal, Tîma Mala Êzidiyan - Tîma Berxwedana, Tîma Desteya Berhemkaran- Tîma Huluk, Tîma Ciwanên Şoreşger û Tîma MSD‘ê ya zilaman.

Maça yekemîn di navbera Tîma Serhed û Tîma Şaredariyê ya zilaman de pêk hat. Tîma Serhed bi 3 nuqteyan bi serket.

Maçên di navbera tîmên din  hîna berdewam in.

Tê payîn ku dê roja Yekşemê tîmên (Mabata, Mesbeh Heleb, Cîrzan Sûriya Pêşerojê, Hevbendiya Demokratîk, Serdem, Ciwanên MSD û PYD) bilîzin.

ANHA


Mijarên Din