Li Helebê tengaviya aborî

Li herêmên di bin serweriya rêveberiya hikumeta Sûriyê de asta hejariyê bilind bûye. Nirxên kel û pelan bi awayekî mezin bilind bûn. Şênî dibêjin ku rewşa jiyanî ya niha gihiştiye benda teqînê. Lê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rewş cûda ye.

Li herêmên di bin serweriya rêveberiya hikumeta Sûriyê de rewşa aborî dijwar bûye. Şênî ji bo ku karibin pêwîstiyên malbata xwe bi cih bîne, tê xwestin ku rojane zêdeyî 20 saetan bixebitin. Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heta ji dest tê alîkariyê şêniyan dike da ku ev krîz derbas bibe.

Me beşek ji rewşa aborî ya li herêmên di bin rêveberiya hikumeta Sûriyê de ya li Helebê şopand û nêrînên şêniyan girtin. Şêniyan ji tirsa ku ji aliyê rejîmê ve werin girtin nexwestin navên xwe eşkere bikin.

JI SEDÎ 82 JÊRÎ ASTA XIZANTIYÊ NE

Banka Cîhanê di Adara 2020'an de raporek derbarê welatên jêrî xeta xizantiyê weşand. Li gorî raporê li Sûriyê ji sedî 82 niştecihên wê jêrî asta  xizantiyê de dijîn. Bi vê rêjeyê şênî nikare pêwistiyên xwe yên rojane bi cih bîne.

Karmendê li gel saziyên hikumetê dixebitin mehê 50 hezar lîreyên Sûriyê digire, yanî 18 dolar. Ev fon li herêma Rojhilata Navîn, herêmên Erebî û cîhanê herî kêm e.

Mînak, karmendek li Misirê bê kêmanî 115 dolar, li Lubnanê 475 dolar, li dewletên ewropayê mîna Spanyayê hezar û 180 dolarî distîne.

JI BO DEBARA JIYANÊ MEHANE 800 HEZAR LÎREYÊN SÛRÎ PÊWÎST E

Ger mirov bihayên kelûpelên ku li Sûriyê ji madeyên ku ji derve tên, têne çêkirin bide ber hev, dê bibîne ku ji bo ku malbatek ji 5 endaman pêk tê, debara xwe peyda bike pêwîstiya wê bi 500 hezar lîreyên Sûriyê heye, yanî 200 dolaran.

Bihaya lûleya gazê 15 hezar lîreyên Sûriyê ye. Lê heger tu bixwazî bi bihayek ji vê kêmtir bi dest bixî divê tu du mehan an jî sê mehan li bendê bimînî. Kîloya şekir jî digihêje  hezar û 300 lîreyên Sûriyê û lîtreya mazotê 450 lîreyên Sûriyê.

ALOZÎ LI GORÎ BAZIRGANAN

Bazirganekî ji bajarê Helebê bi nave M.S girêdayî keysbazîkirina madeyên depokirî bi taybet parçeyên kehrebeyê, destnîşan kir ku mijara bingehîn ew e ku madeyên destpêkê û parçeyên guhertinê yên amûran ji derve bi dolarê tê. Lewra bihaya zêde dikin da ku xisarên xwe derbas bikin.

M.S bal kişand ser ku heger hikumeta Sûriyê madeyan ji wan re bi bihayên nirxandî peyda bidin, dê karibe bihayan kontrol bike û şertên xwe li ser pîşesazan ferz bike.

Têkildarî encamên qanûna Qayser li ser bazirganan di bajêr de, M.S anî ziman ku tevahiya war zirar dîtin. Lê herî zêde warê erebeyan û parçeyên guheritnê. Ji bilî parçeyên ewropî yan jî biyanî tu bedîl tune ye. Heta kargehên erebeyên Sûriyê, erebeyan bi parçeyên ji derve çêdike. Lê bi xwe parçeyan çênake.

TENGAVBÛNA GELÊRÎ LI HERÊMÊN HIKUMETA SÛRIYÊ

Ji berê ve siyaseta emnî ya ku saziyên hikumeta Sûriyê li ser gelê Sûriyê dimeşîne bûbû sedema serhildanan. Li gel aloziya ku derbasî sala xwe ya nehan bûye, serhişkiya wê di meşandina wê siyasetê de, li rex paşguhkirina peydakirina pêdiviyên welatiyan rewşa welêt ne baş e.

Şêniyek ji taxa Selahdîn bi navê M.E got: “Tengaviyan li bajêr gihaştiye asta teqandinê. Şênî êdî li kolanan bê tirsa girtinê diaxivin û dibêjin, Em tenê jiyana bi rûmet dixwazin.”

M.E wiha doman: “Dizî pir bûye û rewşa roj bi roj xirabtir dibe. Kesên ku di ciwantiya xwe de ji bo pêşeroja zarokên xwe pere berhev kirine êdî kelûpelên mala xwe difroşe.”

Li ser gotinên M.E rewşa sûcan di meha Hezîranê de li bajêr hat şopandin. Li gorî radyoya herêmî gelek gilî li cîhazên emnî çêbûne. Bi taybet ên girêdayî dizîna parçeyên erebeyên taybet, bi taybet li Cemiyet El-Zehra. Heger rewşa wisa domî asta sûcan li bajêr dê zêde bibe.

TEDBÎRÊN PÊŞXISTINA WARÊ JIYANÎ LI TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYE

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Meclisa Giştî bi koordîneya Meclisa Aborî ya her du taxan, hewl da gelek tedbîran bigire ji bo ku barên aborî li ser şêniyan sivik bike. Navendên frotina madeyên bingehîn bi bihayên guncew vekirin. Sotemenî bi rêya navendên taybet belav kir.

Navendên frotina madeyan, şekir, birinc û zêta şînatiyan bi bihayên guncew û bi 100 heta 200 lîreyên Sûriyê ji sûkan kêmtir difroşe. 

Her wiha Meclisa Aborî jî hewl da hinek madeyan depo bike da ku rê li pêşiya keysbaziyê bigir. Madeyan bi rêya kertên girêdayî Meclisa Aborî li şênyan belav dike da ku edaletê di belavkirinê de pêk bîne û her malbatek li gorî pêwîstiya xwe madeyan bi dest bixe.

Sotemenî, mîna gaz û mazot ew bi bihaya lêçûnê têne belavkirin. Kîloya gazê li navendên girêdayî meclisî bi 600 lîreyên Sûriyê ye. Yanî her lûleyek gazê bi 2 hezar û 700 lîreyan e. Lê kîloya gazê li sûkan digihêje hezar û 200 lîreyan yanî her lûleyek gazê bi 7 hezar lîreyên Sûriyê têne frotin. Mazot jî bi bihaya 190 lîreyên Sûriyê li ser şêniyan têne belavkirin. Di nav amadekariyên zivistanê de û wek beşek destpêkê, her malbatek li gorî lênûska xwe 100 lîtreyan werdigire.

TENGAVIYA ABORÎ ROLEK NEYÎNÎ DI BELAVBÛNA KORONAVÎRUSÊ DE DILÎZE

Cezayên ku li ser hikumeta Sûriyê hatine ferzkirin bandor li tevahiya warên jiyanî li welêt kir bi taybet warê tenduristiyê, li gel belavbûna Koronavîrusê. Tevî ku Wezareta Tenduristiyê ya hikumetê gelek caran destnîşan kir ku wan tedbîrên cidî di vî warî de girtine, lê ev gotin cihê xwe nagire.

Di şopandina jiyana welatiyan li herêmên hikumeta Sûriyê, diviya bû ku welatî bi vegirtina vîrusê re rû bi rû maye ji ber ku tedbîr di warê sivikirina qerebalixê de nehatine girtin. A ku ji amûrên veguhestina hundirîn destpê dike. Kiriya wan zêde nebû, lê li şûna ku 36 kesan veguhêzîne niha 100 kesî radike beyî ku tedbîr bê girtin.

Tevî rewşa aborî ya xirab hikumet li hemberî gendeliya di nava saziyên de derketine dengê xwe dernaxe û encamên xirab ên vê yekê li ber çavan nagire. Heta ku ev mijar bigihêje, wesîleyên dezenfektekirinê li zanîngeh û saziyan.

Karmendek Gerînendeya Perwerdeyê ya Helebê yê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ber tirsa dûrxistina ji kar, diyar kir ku bi sardana dawîn a şanedya wezaretê re tevahiya depo bi madeyên dezenfektekirin û klorê hatin tijîkirin. Lê piştî bidawîbûna serdanê ew made bi av û madeya ku bihna xweş dide hatin guhertin.

Êdî ew fesadiya di saziyan de belav bûye li ser tedbîrên rêgirtina li pêşiya vîrusê xeter e û tenduristiya giştî tehdîd dike.

Di daxuyaniyek dawîn de ya cîhazê çavdêriya malî ya girêdayî hikumeta Sûriyê Mihemed Berq ji rojnameya El-Watan re destnîşan kir ku miqdara pereyên di encama sextekarî û diziyê de sala 2019`an gihaşt 13.5 milyar lîreyên Sûriyê. Ev li gorî serjimariya fermî ye. Lê gelo miqdara ne nehatiye vedîtin çiqase?

(şx)

ANHA 


Mijarên Din