Bi beşdarbûna saziyên sivîl û partiyên siyasî, Însiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê kir.
Li her du taxan komîte hatin avakirin. Ev komîte serdana komîngeh û malan dikin, armanca kampanyayê ji şêniyan re şîrove dikin û îmzeyan berhev dikin.
ŞEHBA
Li navçeya Ehdasê ya Şehbayê, ji aliyê meclisên kantonên Efrîn û Şehbayê ve û bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê kon hatin vedan û îmze têne komkirin.
Bi dehan şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê herikîn bin konan û îmze dan.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Fûad Hesen ji ajansa me re axivî û got: "Em ê newestin. Em ê dakevin qadan. Wê dengê me her tim bilind be, em banga azadiya rêber Ocalan dikin."
Endama Meclisa Navçeya Ehdasê Raniya Hesen bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî û CPTʹyê kir ku erkên xwe der barê rêber Ocalan de bi cih bînin û got: "Em li qadan bin. Em banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin."
Li tevahî navçeyên kantona Şehbayê kampanyaya komkirina îmzeyan dewam dike.
Piştî bidawîkirina komkirina îmzeyan dê belgeya îmzeyan radestî Însiyatîfa ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê were kirin. Îsiyatîf dê belgeya îmzeyan radestî CPTʹyê bike.
Kampanya dê heta 15ʹê Sibatê (salvegera 24ʹan a Komploya Navneteweyî) dewam bike.
(bb)
ANHA