Li Heleb û Şehbayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Helebê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrînê daxuyanî dan.

Daxuyaniya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li pêşiya navendê ya li taxa Şêxmeqsûdê û ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê jî li Kampa Serdem a gundê Til Sosin ê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hatin xwendin. Bi dehan mamoste bi cil û bergên kurdî beşdarî xwendina daxuyaniyan bûn.

Her du daxuyaniyan îşaret bi girîngiya ziman kir û wiha da zanîn: "Ziman nasmameya mirovan e, nexasim ji bo gelekî ku di pêvajoya dîrokê de bi kiryarên nîjadperestiyê re rû bi rû maye, ji bo gelê Kurd 15’ê Gulanê rojeke pîroz e, ji ber ku di sala 1932`yan de yekemîn rojname bi tîpên latînî derket, êdî ji wê ve ew tîp bûn bingeha xwendin û nivîsandina me."  

Hate gotin ku Cejna Zimanê Kurdî îsbat dike ku hemû kiryarên çewisandinê nikarin nasnameya kurdî tune bikin û wiha pê de çû: “Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin, nifşekî xwedan nasname û zimanê kurdî mezin bikin, lewma em vê rojê li hemû şehîdên azadiyê û rêber Abdullah Ocalan, hemû mamosteyan û gelê Kurd pîroz dikin û pê re jî hemû têkoşerên canê xwe di oxira parastina ziman de feda kiriye, bi bîr tînin, ji ber ku em xwendekarên şehîd Egîd, şehîd Viyan û Sûzan in û em ê heta mîsogerkirina armancên wan li ber xwe bidin.

Di dawiyê de em wek Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê dubare soz didin û dibêjin em ê tê bikoşin da ku hemû zarokên Kurd fêrî zimanê xwe bibin û bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku em di pêvajoyeke hesas de ne, anku di pêvajoya têkoşîna di oxira azadiyê de ne, lewma erka dikeve ser milê me ew e ku em berdêlên şehîdên me dane biparêzin û divê hemû Kurd bi zimanê dayikê bixwînin û binivîsin.”

Di dawiyê de beşdaran sloganên "Bijî zimanê kurdî" û "Bijî rêber Apo" berz kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din