Li Helebê şanoya "Qîrîna Şengalê"

Li ser qirkirina Şengalê ya ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî êzidiyan pêk anîbû, li Helebê şanoyek hate pêşkêşkirin.

Bi diruşmeya "Mîsogeriya rûmeta jinên Şengalê mîsogeriya rûmeta hemû jinan e" Mala Êzidiyan a Helebê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo bi beşdarbûna bi dehan şêniyan şanoyek bi navê "Qirîna Şengalê" pêşkêş kir.

Beriya ku şano were pêşkêşkirin, deqeyek rêz hate girtin. Endama Koordînasyona Jin a Mala Êzidiyan Ranya Cafer li ser qirkirina Şengalê got: "Gunehê qurbaniyan tenê ji ber ku Êzidî hatine dinê, Êzidî mirovên destpêkê bûn ku yek xweda îbadet kirin di demekê de ku pîşeyên sûcaran peyker îbadet dikirin."

Piştre endamên Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo şanoya "Qirîna Şengalê" pêşkêş kir. Şano balê dikişîne ser qirkirnia ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî jin û zarokan pêk anîbûn, berxwedan û rêxistinbûya şengaliyan.

Endama Mala Êzidiyan Nîroz Ado helbestek li ser Şengalê xwend.

ANHA


Mijarên Din