Li Helebê rêzecivînên têkildarî Komploya Navneteweyî

Kongreya Star li bajarê Helebê rêzecivînên têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. Kongreyê bang li jinan kir ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan berfirehtir bikin.

Kongreya Star, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê rêzecivînan der bere Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. Kongreyê 5’ê Sibatê dest bi rêzecivînan kir. Di civînan de îşaret bi Komploya Navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999`an a li dijî rêber Ocalan pêk hat, tê kirin.

Kongreya Star di nava 3 rojan de 36 civîn ji hemû komînan (Komîna Şehîd Gelhat a rojhilatê taxê, xeta şehîd Rûbar Qamişlo ya rojavayî taxê, xeta Eşrefiyê û Benî Zeyîd e) re çêkirin.  Bi dehan şênî û pêkhateyên Ereb û Tirkmen beşdarî civînan bûn.

Der barê birêvebirina civînan û armanca ji civînan de, ji rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star Nehla Mistefa wiha got: “Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re me dest bi rêzecivînan kir. Armanca me ji birêvebirina civînan, pênaseya Komploya Navneteweyî ye ku ket sala xwe ya 22`yemîn.”   

Nehla bal kişand ser civîna di navbera dewletan de hate lidarxistin, nexasim di navbera Amerîka û Îsraîlê de û li ser vî esasî Rêbertî radestî dewleta Tirk kirin. Nehla di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Berxwedana Rêbertî ya li dijî hişmendiya dewletên projeya Neteweya Demokratîk dikine armanc, berdewam e. Komploya li dijî Rêbertî berdewam e. Isbata vê yekê jî dagrikirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û şehîdkirina Hevrîn Xelef e.”

Rêveber Nehla Mistefa wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi hêvî  ne ku sala 2020`an bibe sala serkeftin û rizgarkirina Rêbertî. Em soza kar, rêxistinkirina gel û berfirehkirina tevgera têkoşîna jinan û hembêzkirina hemû pêkhateyan didin. Di heman demê de em bang li jinan dikin ku têkoşîna xwe berfirehtir bikin û rêber Ocalan rizgar bikin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din