Li Helebê pêşengeha wêneyan

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dirûşma "Kamîra çavê rastiyê ye" pêşengeheke wêneyan li navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê vekir. Di pêşengehê de li ser berxwedana taxa Şêxmeqsûdê senevîzyoneke hate pêşandan.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Helebê pêşengeheke wêneyên vekirin. Wêneyên pêşengehê ji gelek herêmên Helebê, berxwedana taxa Şêxmeqsûdê û Berxwedana Serdemê ya Efrînê hatibû kişandin.

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, nûnerên saziyên sivîl, hêzên leşkerî û Hêzên Asayîşê berî dan navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Helebê Merwa Qewnêlê axivî, bal kişand ser fedakariya şehîdan a ji bo pêkanîna biratiya gelan û hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyê û got, piştî xwîna xort û keçên pêkhateyên vê axê di oxira rizgarkirina herêmê de tevlilhev bû wê ti kes nikaribe fitine û tevliheviyê derxîne.

Paşê belgefîlmek li ser berxwedana taxa Şêxmeqsûdê hate pêşandan.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê YPG, YPJ, Buroya Arşîv û Ragihandinê ya YPG, rojnamevan û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Heysem Kerad, edamên Tevgera Civaka Demokratîk Fewzî Hemze û Ebdulrehman Bekir, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Elî Salih, û rojnamevana Ajansa Nûçeyan a Hawarê Sozdar Weqas xelat kirin.

Di dawiya pêşegehê de beşaran li ber stranên şoreşgerî xelekên dîlanan gerandin.

ANHA


Mijarên Din