Li Helebê nasnameya şehîdan eşkere kir û merasîma sersaxiyê lidar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi merasîmek girseyî nasnameya du şehîdan eşkere kir û şehîdek din bi bîr anî.

Merasîm li qada 7 Şehîdan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê de li dar ket. Meclisa Malbatên Şehîdan di merasîmê de nasnameya şehîdê HPG`ê Ibrahîm Eşûn bi nasnav Çekdar Marnos ê ku di 24`ê Hezîrana 2019`an de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye û şehîd Mîdya Ibrahîm bi nasnav Ronahî Zîlan şervana YPJ`ê ya ku di Berxwedana Serdemê de li Efrînê li gundê Baxçe yê girêdayî navçeya Bilbilê di 9`ê Adara 2018`an de şehîd bûye, eşkere kirin. Her wiha şehîd Mihemed El-Hecî bi nasnav Serhed Partîzan şervanê YPG`ê bi bîr anî.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, YPG û YPJ`ê hate xemilandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir.

Piştre bi navên YPG, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye axaftin hatin kirin.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û rola şehîdan di pêkanîna serkeftinan de destnîşankirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Nîdal Hec Hisên bawernameya şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din