Li Helebê madeyên xwarinê yên demborî hatin avêtin

Komîteya Parastina Mizaxtkeran a girêdayî Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 2 ton madeyên xwarinê yên demborî avêtin.

Komîteya Parastina Mizaxtkeran a girêdayî Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çarçoveya gerên xwe yên li ser sûk û dikaan de 2 ton madeyên xwarinê yên demborî desteser kirin û avêtin derveyî bajêr.

Endamê komîteyê Enwer Mihemed diyar kir ku gerên wan ên di nava sûkan de berdewam in.

ANHA


Mijarên Din