Li Helebê komxebata  "Jin û beşdarbûna siyasî"

Bi sernavê "Jin û beşdarbûna siyasî"  Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê, komxebatek ji bo nirxandina rola jinan di qada siyasetê de, astengiyên li pêşiya wan û erkên ku di vê demê de dikevin ser milê jinên Sûriyê, li dar xist.

Kesayetên serbixwe, aktîvîstên siyasî û nûnerên partiyên siyasî yên li taxa Şêxmeqsûd, beşdarî komxebata Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ku li hola civînan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hatibû lidarxistin, bûn.

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre yek ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Necla Hemza axivî û destnîşan kir ku beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de xizmeta wekheviya di navbera hemû welatiyan de  dike. Têgeha wekheviyê jî pêkanîneke rast a têgeha beşdarbûnê ye ku bingeha demokrasiyê ye.

MIJARA YEKÊ: PÊŞKETINA JINAN DI QADA SIYASÎ DE

Di komxebatê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk a Buroya Helebê Fehîme Hemo nîqaşên mijara yekê bi rê ve birin û diyar kir ku beşdarbûna jinan di navendên girtina biryarê de, xizmeta hemû dozên civakê dike. Her wiha tevlêbûna jinên Sûriyê di qada siyasî de ne tecrûbeya yekemîn bû lê belê bi rêya tecrûbeya xwe ya di Rêveberiya Xweser de, pêşketineke mezin di qada siyasî de bi dest xist.

Fehîme wiha got: "Da ku jin di avakirina demokratîk de bi ser bikeve, pêwîstiya xwe bi sererastkirinên berfireh heye. Di rastiyê de, sîstemên siyasî yên antî-demokrat tenê rê didin beşdariyên jinên li gorî wan di qada siyasî de. Pêwîstiya me bi saziyên demokratparêz, civakparêz, azadîparêz û mafparêz heye. Ji ber ku xebatên civaka sivîl yek ji mekanîzmeyên perwerdeya siyasî ya jinan e."

MIJARA DUYEMÎN: ZEHMET E KU ŞÊWEYEKE SIYASÎ YA MODERN Û NERM KU LI GORÎ KESAYETA

Endama Nivîsgeha Jinên Sûriyê Amine Xidir jî behsa astengiyên li pêş jinan, astengiyên civakî û eşîrtî û astengiyên din yên li pêşiya beşdarbûna jinan di qada siyasî de kir. Her wiha îşaret bi şer û aloziya Sûriyê kir ku bi xwe re gelek azar û êş anî. Amine bi bîr xist ku şer bandoreke mezin li jinan kir, lê belê jin destgirêdayî neman û li ber xwe dan. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana jinan li axa Sûriyê bi giştî, mînaka wê yekê ne. Jin beşdarî qada leşkerî û siyasî bûn û rêya berxwedana li dijî zihniyeta baviksalar pejrandin.

MIJARA SÊYEMÎN: DÛRXISTINA JINAN DI CIVAKA ZILAMPARÊZ DE

Nîqaşên mijara sêyemîn jî girêdayî dûrxistina jinan ji qada siyasî de bû, ku ji ber tirsa ji pêşketina jinan û têgihîştina wan hatibûn dûrxistin. Ji ber ku bi têgihîştina jinan, civak pêş dikeve, ew jî dixwazin ku zihniyeta baviksalar berdewam bike. Lewma hewl dan ku siyaset tenê karê zilaman be.

Lewra, divê jin xwe zanatir bikin da ku şoreşeke civakî di hemû qadên jiyanê de pêk bînin. Jinên zana, nifşên zana ava dikin.

MIJARA ÇAREMÎN : JINAN XWE DI ALIYÊ SIYASÎ Û LEŞKERÎ DE ÎSBAT KIR 

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fewziya Keşa piştrast kir ku beşdarbûna jinên ji hemû pêkhateyan di nava refên Hêzên Sûrya Demokratîk de, mînaka herî ber bi çav a hêz û pêşketina jinan di qadên siyasî û leşkerî de, wekî birêz Îlham Ehmed, Nisrîn Abdullah û gelek jinên din ên siyasetmedar û şehîd ên wekî Barîn, Avêsta, Arîn, Zehra û şehîd Hevrîn Xelelf ku banga aşîtî û aramiyê dikir. Lewra, ji bo şikandina vîna jinan, hatin hedefgirtin.

ERKÊN VÊ QONAXÊ KU DIKEVIN SER MILÊ JINÊN SÛRIYÊ

Yek ji rêveberên Kongerya Star Fatima Hesen li ser heman mijarê axivî û destnîşan kir ku şerê Sûriyê hîna bi dawî nebûye û yek ji sedemên dirêjbûna aloziyê nebeşdariya hemû aliyên li ser erdê her wiha nebeşdarkirina jinan di danîna qanûn û nivîsandina destûrê de ye.

Fatima wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê em rola jinan a siyasî û beşdarbûna wê ya aktîv, xurttir bikin. Her wiha divê rola komele, rêxistinên jinan û nivîsgehên jinan aktîvtir bikin. Divê em refên xwe bikin yek û em destê xwe dirêjî hemû jinan bikin û piştgiriya hewldanên jinan ên avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng û nenavendî bikin."

 (cx/rm)

ANHA


Mijarên Din