Li Helebê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidawî bû

Li Akademiya Şehîd Hêzên Asayîşê ya bajarê Helenê, di vê salê de dewreya duyemîn bi navê Şehîd Kemal Silêman bi merîsemekê dawî bû.

25 endam jê 6 jin beşdarî dewreya perwerdê ya ku mehekê dewam kir, bûn. Di dewreyê de, waneyên leşkerî û birdozî hatin dayîn.

Di merasîma dawîkirinê de, endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.

Di merasîmê de, axaftin bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan ve, hate kirin.

Di axaftinan de, behsa rola giring a Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastinê taxê de, hate kirin.

Piştre, endamên ku dewreya xwe bidawî kirine, sond xwarin ku ew ê li hemberî hemû êrîşan bisekinin. Di dawiya merasîmê de, bawername li endaman hate belavkirin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din