Li Helebê civînên der barê komploya 9‘ê Cotmehê de didomin

Meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civînên danasîna komploya 9‘ê Cotmeha 1998‘an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomînin.

Civîn li hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna komîteyên taxa Şehîd Gelhat hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, rêvebera TEV-DEM‘ê Rûbarîn Helebê axivî, komploya navdewletî ya 9‘ê Cotmehê ya li dijî kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de şermezar kir. Her wiha anî ziman ku ev komplo bi armanca derbekirina fikrê demokratîk  ê ku Ocalan bang dike hat.

Rûbarîn destnîşan kir ku dewletên komploger xwestin bi rêya hedefkirin Rêber Ocalan têkoşîna gelê Kurd bişkînin û got: "Ocalan giyanê şoreşgerî di nava mirovê Kurd ava de kir, bi saya fikrê Ocalan kurdan hebûna xwe îsbat kirin. Bi vê yekê em dikarin bêjin ku Ocalan komplo pûç kir."

Rûbarîn di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşînê heta azadiya Ocalan.

ANHA


Mijarên Din