Li Heftanînê leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin

Di çalakiyeke suîqestê ya HPG’ê ya li Heftanînê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiya xwe ya li Heftanînê de daxuyaniyek nivîskî weşand û daxuyand ku leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Di 24'ê Adarê de saet di 07:30'an de hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li Girê Konferansê çalakiyeke suîqestê kir. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

22'yê Adarê saet di 12:30'an de balafirên şer bombe li Qada Şehîd Kûrtay a herêma Heftanînê barandin.

23'yê Adarê balafirên şer saet di navbera 10:00 û 11:30'an de qada Sîda û Saca ya herêma Zapê, Tepê Colemêrg ê herêma Metînayê, saet di 15:30'an de qadên Şehîd Kendal û Şehîd Kûrtay ên Heftanînê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."


Mijarên Din