Li Heftanîn û Çelê 8 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Star li Heftanîn û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di van çalakiyan de 2 çeper hatin rûxandin, 1 çeka A4 a giran, 1 çeka obus hate rûxandin û 8 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kir:

Artêşa TC’ê 16’ê Hezîranê li dijî Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi tevgera dagirkeriyê kir. 10’ê Tîrmehê hêzên dagirker saet derdorî 14:00’an bi desteka balafirên keşfê yên bêmirov ber bi Girê Kartal ve ketin tevgerê. Hêzên dagirker ên berê xwe dan gir, rastî berxwedana gerîlayên me hatin. Hêzên me ji nêz ve bi bandor li yekîneyên dijmin xistin. Li vî girî qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine cezankirin. Dîsa hêzên me li dijî yekîneyên dijmin 3 çalakiyên sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de ku windahiyên dijmin hene, lê hejmar nehate zelalkirin.

10’ê Tîrmehê saet 04:40’î hêzên me yên YJA Starê dagirkerên li qereqola Serzêr a girêdayî Çelê ya Şemzînanê kirin hedef. Di vê çalakiya bi xurtî li leşker û çeperên dijmin hatin xistin de, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirin. Hêzên me heman rojê saet 10:40’î jî li dijî qereqola Girê Sor çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeperan hate xistin 2 çeper hatin rûxandin, çeka A4 a giran, 1 obus hate rûxandin û 5 leşker hatin cezakirin.

14`ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li devera Çiyayê Reşkê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Dagiker piştî qad bi balafirên şer bombe kir, piştre bi helîkopterên Skorsky leşker danîne deverê. Di navbera hêzên dagirker ên xwestin bi pêş ve bên û gerîlayên me de, şer qewimî. Hevrêyên me Kemal û Qendîl ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin û derbên giran li dagirkeran dan şehîd bûn.

11`ê Tîrmehê saet 08:45’an balafirên şer ên artêşa TC’ê devera Şehîd Dîren a Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.”


Mijarên Din