Li Heftanînê çalakiyeke sûîqestê: Leşkerek hate kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Girê Şehîd Bêrîvan leşkerek dewleta Tirk a dagirker hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyek nivîskî daxuyakirin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyeke sûîqestê hate kirin. HPG’ê diyar kir ku leşkerek hate cezakirin.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “14’ê Tîrmehê saet di 16:00'an, de hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hate cezakirin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 14’ê Tîrmehê saet di 13:00'an de qada Karker a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.”


Mijarên Din