Li Heftanînê 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 25’ê Adarê de li Heftanînê 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ragihand ku di çalakiya gerîlayên wan de li Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

21'ê Adarê hêzên me li dijî qereqola Yekmalê ya li navçeya Qilebanê ya Şirnexê çalakî kirin. Derbên giran li kozik û stargehên li qereqolê hatin xistin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

25'ê Adarê saet di 12:30'an de hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şêxmûs ê li herêma Heftanînê çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de ku derbeke xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê hatin birin. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombe li herêmê barandin.

Yekîneyên me yên çalakî kirin, bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriyan."


Mijarên Din