​​​​​​​Li Hecînê şehîdên mehên Îlon û Tebaxê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê ji bo bîranîna şehîdên mehên Tebax û Îlonê merasîmek organîze kir.

Nûnerên meclisa sivîl, meclisên herêmî yên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, şênî û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulxenî El-Lohî axivî û behsa fedakariya şehîdan kir. El-Lohî diyar kir ku ku şehîdan di oxira azadî û jiyana birûmet de, xwe feda kir, ji ber wê şehîd pîroz in.

Paşê, bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Şemlan El-Şemlan axivî û destnîşan kir ku şehîdan hêvî da wan û ew ji fedakariya şehîdan hêzê digirin. El-Şemlan soz da ku ew dê rêya şehîdan bişopînin heta ku azadî û jiyaneke birûmet bi dest bixin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Mihemed El-Şeban jî got: "Em bejna xwe li hember tevahî şehîdan ditewînin, ji ber ku xwe feda kirin ji bo ku em bi ewle bijîn."

Şehîdên ku hatin bibîranîn, navên wan wiha ne; Şeban Mihemed El-Zayid, Yûsif Sewadî El-Ferîh, Mistefa Meloh El-Deram, Nesîm Salih El-Dode, Ebid Rîkan El-Salih, Ebdlkerîm El-Salih, Mihemed Seîd El-Henzel, Tirkî Iz El-Dîn El-Ewed û Elî Hamid El-Ceda.

Di dawiya merasîmê de mûm li pêşiya wesîqetên şehadetê yên şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin vêxistin.

(dm)

ANHA


Mijarên Din