Li Hecînê piştî 6 salan deriyên dibistanan vebûn

Piştî ku herêma Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, piştî 6 salan carek din deriyên dibistanên bajarokê Hecînê li pêşiya xwendekaran hatin vekirin.

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bajarokê Hecînê û gundên girêdayî wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, zêdetirî 16 hezar xwendekar vegerîn 42 dibistanan. Hindek ji wan dibistanan di nav malên şêniyan de hatin vekirin.

Zarokên bajarok, piştî 6 salan rûyên ken berê xwe dan dibistanan. Zêdetirî 460 mamoste bi dildarî li gorî materyalên demokratîk dest bi fêrkirinê kirin.

Rêverbera dibistana Hecînê Rewda Mistefa destnîşan kir ku gelek kêmasî di pêdiviyên dibistanan de hene, ji ber ku piraniya wan wêran bûne. Rewda got: “Em bi hewcedariya sererastkirinên bi lez in, da ku em karibin zarokan pêşwazî bikin."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê di civîna ku li bajarok de li dar ketibû, soz da ku desteka warê perwerdehiyê bikin.

(şx/bm)

ANHA

 


Mijarên Din