​​​​​​​Li gundên Zirganê di navbera dagirkeran de şer rû dide

 Li gelek gundewar navçeya Zirganê di hêzên dagirker de şer rû dide.

Li gundên Dada Ebdal, Um Uşba û Muhermela yên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê  yên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, di navbera çeteyan û artêşa Tirk a dagirker de şer rû dide û nuqteyên hev bi çekên giran topbaran dikin.

Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker gundê Dadwidiyê topbaran dikin û bombeyên ronahiyê bi kar tînin.

Topbaran berdewam e. Agahiyên derbarê sedemên şer û ziyanan nehatin bidestxistin.

ANHA


Mijarên Din