Li gundên tê de Kurd û Suryan hene, hevgirtina civakî û jiyana hevbeş heye

"Êdî mirovên li derveyî gund nikarin Kurd û Suryanan ji hev derxe, ji ber em bi hev re di kêf û xemgîniyê de dijîn", bi van gotinan Kurd û Suryan hevgirtina xwe ya civakî ya li gundên navçeya Tirbespiyê wesif dikin.

Li gundewarên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirrengiya pêkhate û girêdayîna têkiliyên xurt heye. Ev girêdan bi awayekî mezin piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê xurt bû. Her wiha şênî li hember êrişên çeteyan ên li dijî herêmê bûn yek, xwe bi rêxistin kir û Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 21’ê Çileya 2014’an de ava kir û tevahî hewldanên fîtne û cudahiyê têk birin.

Li navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê Kurd û Suryan ji sed salan ve bi hev re li gelek gundan bi kêf û şadî dijîn, mîna Til Cihan, Şelhomiye, Miherkan, Mela Ebas û hwd. Bi wê karîn parastina têkiliyên xwe yên civakî yên xurt biparasta û bi pêş bixista.

Semîr Keta ji şêniyê pêkhateya Suryan li gundê Til Cihan ê ku tê de Kurd  û Suryan hene dijî. Til Cihan 10 km dikeve rojavayê Tirbespiyê. Keta diyar kir ku bav û kalên wî li gund bi kurdan re wek biratî dijîn û wiha got: "Heta li derveyê gund mirov nikarî Kurd û Suryan ji hev derxist, em bi hev re bi şîn û şadî dijîn."

Li aliyekî din jî Ehmed Sefok wiha da zanîn: "Berê hin nakokiyên biçûk ên kevin hebûn û hatin derbaskirin. Gund nimûneyeke yakane ye. Her kes bi hev re di tevahî aliyan hevkar e."

Gundê Til Cihan li nêzî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye, artêşa Tirk a dagirker di salên borî de gelek caran hedef girt.

`ÇARANÛSA ME YE Û XILASIYA ME DI YEKITIYA ME DE YE`

Ednan Kenco yê ji şêniyên gund dibêje: “Em bi hev re li gundekî nêzî sînorên Tirkiyê dimînin. Çaranûsa me yek e. Me jiyaneke hevpar di tevahiya waran de pejirand. Me karî wek em bira bin. Ji şahiyên hev re şad dibin û şînên hev re xemgîn dibin. Cudakirina me ji hev gelek zehmet e.”

Li gundê Şelhûmiye yê li bakurê navçeya Tirbespiyê pêkhateyên wê bi Kurd û Suryanên xwe ve, yekitiyeke civakî çêkiriye. Her endamekî gund, alîkariya hev du dikin. Mînak şêniyê ji pêkhateya Kurd bi navê Ebas Şêxî beşek erdê xwe bi dildarî da Suryanan da ku dêreke nû ava bikin.

Ebas Şêxî dibêje: “Dapîrê min, di qirkirina osmaniyan de ya li dijî Suryan sala 1915`an pêkhateya Suryan parast. Dapîrê min sala 1930`iyan, dêrek li navçeya Tirbespiyê ava kir. Bavê min jî sala 1950`an, alîkariya Suryanên Kurd kir da ku dêra kevin restore bikin.”

`DÎROKA ME JI HEWLDANÊN FÎTNEYÊ MEZINTIR IN`

Di dema borî de, rejîma Sûriyê û dewleta Tirk hewl dan fîtneyê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bikin. têkildarî vê yekê Ebas Şêxî wiha got: “Dîroka hevbeş a pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan ji hewldanên wan mezintir e. Nexasim piştî ku xwîna tevahiya pêkhateyên herêmê têkil hev bû. îro jî em bi zimanên hev du diaxivin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din