Li gundên Minbicê artêşa Tirk komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarên rojava û bakurê rojavayê yên Minbicê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anî. Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 6 sivîl  şehîd bûn.

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Dirî El-Firat sûcên li dijî sivîlan û kuştina wan didomîne. Artêşa Tirk û çeteyên wê ji baregeha dewleta Tirk a li gundên Şêx Nasir û Ewlaşlî yên rojava û bakurê rojavayê bajarê Minbicê gundên Qort Wêran û Wlîlanlî topbaran kirin. Di encama wê de 6 sivîl şehîd bûn ku di nav de zarok û jin jî hene. Her wiha 6 zarok jî birîndar bûn."

(bx)

ANHA


Mijarên Din