Li gundewrê bakurê Tebqayê navendeke tenduristiyê hate vekirin

Komîteya tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a damokratîk a Herêma Tebqayê, yekemîn navenda tenduristiyê li bajarokê Cirniyê yê bakurê gundewarê Tebqayê vekir.

Şêniyên bajarok û gundewarên Cirniyê yê Tebqayê ji ber tunebûna navendên tenduristiyê gelek zehemetî dikişandin, neçar diman ku bi zehmetî xwe bigihînin Tebqa, Reqa an jî Minbicê ku gelek ji wan dûr e.

Ev navend li ser bingeha daxwazên şêniyan û pêkanîna pêdiviyên wan ên tenduristiyê hate vekirin.

Komîteya Tenduristiyê ji destpêka meha Nîsanê ve dest bi avakirina vê navendê kiribû û di destpêka meha Tebaxê de vekir. Navend ji du qatan pêk tê, tê de gropek endamên tenduristiyê ku ji 25 hemşîreyan pêk tê û hejmarek bijîjkên pispor dixbitin.

Li navendê gelek beş hene: Beşa nexweşiyên hundirîn, beşa lezgîn û beşa jinan, her wiha dermanxaneyeke navendî û ambûlanseke ku 24 saetan di xizmetê de ye, hene.

Berpirsê navendê Ebdurehman El-Îd diyar kir ku ev navend pêwîstiyên herêmê û gundên ku bi dirêjahiya 75 km dûrî wê ne pêk tîne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema dagirkirina herêmê ji aliyê çeteyan ve di sala 2012'an de, herêm ji aliyê tenduristiyê ve hatibû paşguhkirin.

Ebdurehman El-Îd ji aliyên pêwendîdar xwest ku piştgiriyê bidin vê navendê, da ku xebata wan were xurtkirin û pêwîstiyên şêniyan pêk bînin.

(dx)

ANHA


Mijarên Din