Li gundewarên Kobanê paşdeçûna çandiniyê û çareseriyên rêveberiyê

Li gundewarên rojavayê bajarê Kobanê yên ku bi çandiniyên cur bi cur navdar in, rûbereke fireh ji zeviyên çandiniyê kêm bûn. Bi wê re jî berhemên hundirîn ji sebze û mewsimên avî mîna genim, ceh, pembo, kuncî, garis û hwd kêm bûn. Ji lew re Rêveberiya Xweser xebatên lêkolîn û çareseriyê dike.

Zeviyên çandiniyê yên li rojavayê bajarê Kobanê, nemaze yên li ser keviyê rojhilatê Çemê Firatê bi sedema dabînkirina avê, zeviyên kêrhatî û dewlemend in. Ji lew re gelek çandinî lê tên çandin.

Çandinî bingeha kardestî û kêmkirina rêjeya bêkariyê li van gundan e. Tevî wê jî gelek sebze û berhemên cur bi cur ji herêmê re tên peydakirin.

Ji girîngtirîn gundên çandinî lê tên kirin,  gundên Talik, Bêr Los, Derb El-Nob, Iwêne, Sêf Elî, Dadlî, Dekerman, Îlcax, navçeya Qanaya û ji wê jî zêdetir gundên Qasimiyê Cede û Qube.

Lê belê ev gundên ku hatin birbîrxistin tê de paşketineke mezin di beşa çandiniyê çêbû. Her wiha li gor hin cotkaran di van çend salên dawîn de ji rêjeya sedî 40 çandinî kêm bûye.

Abdurehman Hemed Hemê cotkarekî ji gundê Talikê 30 km dûrî bajarê Kobanê ye, nêzî 400 donim zeviyên çandiniyê li gel wî hene. Ji salekê ve berhemek neçandî ye. Her wiha Hemê îşaret pê kir ku gundiyan ji zêdetirî 400 hêktar zevî diçandin. Lê niha tenê 60 hêktar tên çandin.

Abdurehman got: “Bi sedema nexweşiyên pir ên di berheman çandiniyê de çêdibin û dermankirina tune ye; weke mewsima pembo ya îsal, ti berhem neçandiniye. Mewsim rastî nexweşiya kurmikê hat û zirareke mezin da. Me nekarî ti dermanan peyda bikin.”

Hemed Hemê wiha axivî: "Pêdiviya çandiniyê li van gundan bi teşwîqkirina Desteya Çandiniyê heye. Lê ti coş û teşwîqkirin tune ye. Li rexê jî madeya mazotê ku jêdera sereke û cotkar pişta xwe di avdana berhemên çandiniyê de didinê, her tim qut dibe."

Di vê çarçoveyê de Îbrahîm Wêso cotkarekî ji gund Iwêne ye. Wêso got: “Sedema sereke ya di paşketina çandiniyê li van gundan, kêmbûna madeya mazotê ye. Eger em 10 rojan zeviyan av nedin keda me vala diçe. Niha 20 rojan av qut dibe. Ji lew re çandinî nabe.”

Rêveberiya Xweser li ser çareserkirina pirsgirêkên paşketina çandiniyê dixebite

Berdevkê Komîteya Aboriyê ya kantona Kobanê Xelîl Şêx Mislim got: “Em bi rewşa paşketina beşa çandiniyê ya di van salên borî de bi sedemên kêmbûna mazotê û kêmderfetên dabînkirina dermanên baş, agahdar in. Ji ber ku rûberên çandiniyê yên li kantona Kobanê pir fireh in. Em di derbarê çareserkirina van pirsgirêkan de dixebitin. Em ê plana pêşxistina çandiniyê di rojên pêş de pêşkêş bikin. Da ku li hember paşketina çandiniyê bisekinin û ji nû ve geş bikin.

Derheqê derman û îlacên ne guncaw ên tunekirina nexweşî û kurmikan de ku zirarê li berheman dikin, Xelîl Şêx Mislim wiha got: “Me dermanxaneyeke çandiniyê vekir û bi şîrketên mezin ên dermanan re peyman çêkirin.”

Ajansa me ji komîteyê hejmarên girêdayî rûberên çandiniyê û nirxa madeya mazotê ya pêwîst ji her werzeke salê re, bi dest xistin. 

Hat diyarkirin ku li kantona Kobanê çandiniyên zivistanê yên avî bi rûbera 17 hezar û 110 hêktar zevî tên çandin. Jê re 898 ton mazot pêwîst e. Li rexê jî 180 hezar û 813 hêktar bejî tê çandin û jê re 4 hezar û 68 ton mazot ji bo cotkirin û çandinê pêwîst in.

Her wiha 6 hezar û 296 hêktar ji zeviyên çandiniyê baxçe tên çandin û jê re hezar û 258 ton mazot ji bo avdanê gerek e.

Li aliyekî dîtir jî komîteyê 33 hezar û 969 hêktar ji zeviyên çandiniyê ji daran re diyar kirin û hezar û 680 ton mazot jê re eyar kir.

Komîteyê da zanîn ku madeya mazotê dê di destpêka Îlona bê de li ser cotkarên ku mewsima zivistanê diçin bê belavkirin û ew jî li gor ruxsetên ji hêla Desteya Çandiniyê ve werdigirin.

Heke komîteyê ji cotkaran re pêdiviyên madeya mazotê dabîn kir ku cotkar dibêjin ew sedema yekemîn a paşketina çandiniyê ye, dê li kantona Kobanê û bi taybet li gundewarên rojava rewşeke geş di beşa çandiniyê de bê derxistin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din