Li gundewarên Idlibê topbaran

Hêzên hikumeta Sûriyê bi moşekan herêmên Cebel El-Ekrad ên çeteyên ku destekê ji Tirkiyê digirin, topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku gulebaran di navbera hêzên hikumet û çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, li eniya Hezarîn a gundewarên başûrê Idlibê çêbû.

Navendê destnîşan kir ku hêzên hikumetê herêmên eniya Kebanê ya Cebel El-Ekrad topbaran kirin.

(bx)


Mijarên Din

QSD‘ê 17 çete girtin