Li gundewarên Dêrazorê pêşketinên tenduristiyê

Li rojavayê gundewarê Dêrazorê qada tenduristiyê pêş ketiye. Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê 3 navendên tenduristiyê yên ku xebatên tenduristiyê bê pere ji gundên girêdayî xwe re pêşkêş dikin, vekirin.

Piştî ku QSD`ê rojavayê gundewarê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û tevahiya komîteyên girêdayî wê dest bi pêşkêşkirina xebatan ji şêniyan re kirin.

Komîteya Tenduristiyê jî gavên cidî ji bo peydakirina xebatên tenduristiyê ji şêniyên herêmê re avêtin. Komîteyê gelek navendên tenduristiyê li rojavayê gundewarê Dêrazorê aktîv kirin; jê navendên El-Cezirat, El-Seiwa û Mihêmîde.

Navenda Mihêmîde ji ber cihê xwe yê stratejîk ku 8 gundên rojavayê gundewarê Dêrazorê girêdayî wê ne, gelek girîng e. Di vê dawiyê de êdî xebatên xwe ji gundên El-Ezbe û Miîzîle yên bakurê gundewarê Dêrazorê re jî pêşkêş dike.

Navenda Mihêmîde xebatên tenduristiyê yên destpêkê tevî aşleyên asayî yên felca zarokan û sorikê pêşkêş dike. Di navendê de beşa destwerdana lezgîn heye. Ev beş pisporê birîn, şikestin, şewat û dermankirina nexweşiya laşmanya ye.

Endamê rêveber ê navendê Dr.Yehya Bîlal tekez kir ku navend tevahiya haletan pêşwazî dike û bê pere derman dike.                                                                

Bîlal got: “Di navendê de xebatkarên pispor ku xwedî tecrübene dixebitin. 7 hemşîr û 4 hemşîreyên xwediyên bawernameyan tevî 3 bijîşkan pisporên neştergeriya giştî, sinir û jinan hene."

Dr.Yehya Bîlal pesna rola komîteyê û kedên wê ji bo pêşxistina warê tenduristiyê li gundewar bi rêya pêşkêşkirina desteka pêwîst ji navendan re da.

Di destpêka vekirina Navenda Mihêmîde ya tenduristiyê de rojane tenê 3 heya 4 nexweşan pêşwazî dikir, lê niha derdora 60 heya 80 nexweşan pêşwazî dike. Ew nexweş bê pere têne dermankirin, tevî wê jî derman bê pere ji wan re tê pêşkêşkirin.

Navenda Mihêmîde ya tenduristiyê rolek mezin di tunekirina nexweşiya laşmanya de lîstiye. Ev nexweşî berê li rojavayê gundewarê Dêrazorê belav bûbû. Lê navendê rojane 40 heya 50 haletên laşmanya pêşwazî dikirin. Heman demê de hemleyên aşlekirinê yên rojane di tevahiya gundên gundewarê Dêrazorê de, hatine destpêkirin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din