Li gundewarên Dêrazorê çandinî bi pêş ketiye

Li bajarokê El-Besîra yê rojhilatê gundewarên Dêrazorê, piştî restorekirina hilmija avê û piştgiriya bi cotkaran re, qada çandiniyê pêş ket.

Li bajarokê El-Besîra yê rojhilatê gundewarên Dêrazorê, piştî restorekirina hilmija avê û piştgiriya bi cotkaran re, qada çandiniyê pêş ket. Gerînendeya Çandinî û Avdanê ya El-Besîra hewl dide warê aborî ya cotkaran bi rêya peydakirina semad, tov û dayîna ruxsetên çandiniyê pêş bixe. Gerînendeyê piştî restorekirina hilmijên herêmê, ava avdanê ji cotkaran re peyda kir.

Şêniyên El-Besîra debara xwe bi çandiniyê peyda dikin

Gerînendeya Çandiniyê ya El-Besîra piştî rizgarkirina bajarok, dest bi xebatên xwe kir. Di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de  çandinî li herêmê pir paşde çûbû. Gerînende xebata pêşxistina çandiniyê dide meşandin. 10 kooperatîfên çandiniyê (projeyên taybet ên şêniyan) hatin talankirin û xirabkirin. Kooperatîfa herî biçûk derdora 2 hezar donim zevî diçand.

Her wiha hilmijên gundên El-Sebha û stasyona El-Riz yên girêdayî bajarokê El-Besîra wêran bûne, ji ber wê rewşa aborî ya şêniyên herêmê paşde çû. Hilmijên hatine bi bîrxistin derdora 700 hezar donim zevî av didin û ji zêdetirî 750 kesî re ava vexwarinê peyda dikin.

Xebatên Gerînendeya Çandiniyê

Gerînendeya Çandiniyê ya El-Besîra bi koordîneya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi kar kir. Zêdetirî 20 kooperetîfên çandiniyê li ser her du beravên Firat û Xabûrê aktîv kirin. Komîteya Çandiniyê jî mazot bi buhayên guncaw ji her kooperatîfekê re pêşkêş kir da ku bi hezaran hiktar werin avdan.

Piştî aktîvkirina kooperatîfan, Komîteya Çandinî û Avdanî berê xwe da stasyona El-Riz, stasyona avdanê ya El-Sebha li rojhilatê El-Besîra da ku sererast bike. Her du stasyon ji projeyên gundewarê Dêrazorê yên herî mezin in. Her du stasyon derdora 450 hezar donim zevî ava didin û ava vexwarinê ji zêdetirî 90 hezar kesî re peyda dikin.

Tevî wê jî Gerînendeya Çandiniyê semad, tov û sotemenî ji cotkaran re peyda kirin.

Berpirsê kooperatîfan û xebatên xedemî yê Gerînendeya Çandiniyê ya El- Besîra Ibrahîm El-Yûsif got: "Di bajarokê El-Besîra de gelek projeyên avdanê bi rêya kooperatîfên çandiniyê, bîr û projayên avdanê hene."

Ibrahîm tekez kir ku ew dê bi hemû hêza xwe kar bikin da ku çandîniya herêmê pêş bixin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din