Li gundewarên Dêrazorê 7 çekdar hatin girtin

Îro li Dêrazorê QSD`ê 7 kesên ku tev li xwepêşandana aştiyane bibûn û êrişî nuqteyên ewlehiyê yên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kiribûn, girtin.

Îro saet di 04:00`an de piştî ku şêxên eşîran agahî dan ku hin kesên çekdar di nava baxçeyên bajarokê El-Şihêl de hene, QSD`ê bi ser çend malan de girt.

Hat destnîşankirin ku di encama wê de û piştî ku gule ber bi QSD`ê ve berdan, 7 kesên çekdar ên gumanbar hatin girtin.

Li gorî fermandarên QSD`ê ku çalakiya paqijkirina herêmê dê bidome da ku hemû çekdarên ji aliyê rejîma Sûriyê û milîsên wê ve ku ber bi aliyê bakurê çemê Firatê ve şandine û nuqteyên hêzên ewlhiyê kirin hedef, tune bikin.

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li bajarokê Zîban, Şihêl û Hewayic komên çekdar hewl da ji gurbûna herêmê derfet bigirin da ku tevliheviyê di navbera hêzên leşkerî û şêniyên herêmê de derxin.

Li gorî fermandaran dê îfadeyên çekdaran li ser dezgehên çapemeniyê werin belavkirin.

(bx)

ANHA