Li gundewarê Zirganê 3 çete hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan êrişî nuqeteyên artêşa rejîma Sûriyê yên li gundewarê Zirganê bikin. Êriş hate bersivand. Tê gotin ku 3 çete hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet derdora 20:00‘an hewl dan bi dizî êrişî nuqteyên artêşa rejîma Sûriyê yên li gundên Til Werd û Rebîa yên bajarokê Zirganê bikin. Leşkerên rejîma bersiva êrişan dan.

Li gorî agahiyan 3 çete hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn, yên din jî neçar man birevin.

ANHA


Mijarên Din