Li gundewarê Tirbespiyê Şevbuhêrkek hate lidarxistin

Helbestvanên gundewarê navçeya Tirbespiyê di şevbuhêrkeke ku ji aliyê meclisa bajarokê Ebû Firi ve hatiye organîzekirin, rola hevgirtina şêniyên herêmê di derbarê parastina axa xwe de helbestan xwendin.

Şevbuhêrk li hola Kongreya Star ya bajarokê Ebû Firi hate lidarxistin. Hol bi wêne û tabloyên ku mîrateya pêkhateyên herêma Cizîrê nîşan dide, hate xemilandin. Di şevbuhêrkê de 6 helbestvanên ji gundewarê Tirbespiyê beşdar bûn. helbestvanan bi helbestên xwe rastiya pêkhateyên herêmê û rola wan di parastina axa xwe de nîşan dan.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/02/25/124054_qam-cand-u-huner-28229.jpg

Di şevbuhêrkê de helbestvan Meha El-Mûtlaq- Kewser El-Qeso, Heyfa El-Cerbû, Qûsay El-Hebîb, Semîr El-Wero û Mecid El-Cerbû, beşdar bûn.

Endamên nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk ya Tirbespiyê, Meclisa bajarokê Helwa û şêniyên bajêr beşdarî şevbuherkê bûn.

Endamê meclisa Ebû Firi Rexda El-Celo dest bi vekirina şevbuherkê kir û bal kişand ser girîngiya çandê û rola wê ya berbiçev di pêşveçûnên şaristanî û neteweyî ya bi salan.

Rexda wiha berdewam kir: "Dewletên desthilatdar û kaptalîst şerê çandan dike, da ku nasnameya gelên ku bi çand, nasname û dîroka xwe tên naskirin, ji holê rakin. Her wiha Rexda bang li her kesî kir ku ji bo jiyaneke azad û birûmet çand û nasnameya xwe biparêzin.

Piştre helbestvanan di derbarê rastiya ku dijîn, zehmetiyên ku kişandine û hevgirtina pêkhateyên herêmê di parastin û berxwedana li hember êrişan de helbest pêşkêş kirin.

Şevbuhêrk bi girtina govendên gelêrî bi dawî bû.

(dx)

ANHA


Mijarên Din