li gundewarê Til Temirê 8 endamên rejîmê birîndar bûn

Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê Til Temirê, 8 endamên artêşa rejîma Sûriyê bi giranî birîndar bûn.

Nûçegihanê ajansa me diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  DAIŞ û Cebhet El-Nusra di êrişên xwe li ser gundê Um El-Kêf a girêdayî navçeya Til Temirê û gundê Dildarê ya di navbera navçeya Zirgan û Til Temirê de bi çekên giran û balafirên bêpîlot û tangan dewam dikin.

Her wiha nûçegihanê me destnîşan kir ku dagirker nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê jî hatin bombebarankirin.

Nûçegihanê me da zanîn ku 2 endamên hêzên rejîmê yên li gundê Um El-Kêf birîndar bûn û 6 endamên din li gundê Dildarê birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên Til Temirê.

Endamê kadroyê tenduristiyê di nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê Dilo Ferhan diyar kir ku rewşa hin birîndaran giran e û ew şandin nexweşxaneyên Hesekê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din