Li gundewarê Dêrazorê dabeşkirina rêveberiyê hat nîqaşkirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê şêweya dabeşkirina rêveberiya nû li gundewarê Dêrazorê ji şêniyan re şîrove kir, da ku şênî nêrîn û pêşniyarên xwe vebêjin.

Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrozorê îro li gundê El-Boşemis li gundewarê rojavayê Dêrazorê civînek li dar xist. Di civînê de endamên meclisê û dehan ji şêniyên Cezrê El-Boşemis, El-Bohemîdê û El-Mîlac, ji bo bi wan re pêşinyarên dabeşkirina rêveberiyên herêmî nîqaş bike.

Di civînê de hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Alaa Osman pênasekirina bajarê Dêrazorê û daneyên ku di sala 2011’an de hatine tesbîtkirin, di aliyê hejmara şêniyan û berfirehiya wê xwend.

Paşê Alaa Osman şêweya pêşinyaran xwend, ku tê de dabeşkirina Dêrazorê li 3 herêman vegot. Li gorî wê Dêrazor li 3 beşan hat dabeşkirin; herêma rojava di herêmê de meclisa Kesra li gundewarê rojavayê Dêrazorê, meclisa El-Sûr Mihelî li gundewarê bakurê Dêrazorê, herêma El-Wista di herêmê de meclisa Zîban û Besîrê li navendê meclisa rojhilatê Dêrazorê ye û herêma rojhilat di herêmê de meclisa Hecîn û Sûsê û Firatê li rojhilatê Dêrazorê.

Di civînê de şêniyan nerînên xwe parve kirin û beşdarbûna xwe ji pêşinyarên dabeşkirina rêveberiyê re diyar kirin. Di dawiya civînê de nerîna beşa mezin ji şêniyan girtin.

ANHA


Mijarên Din