Navenda Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajarokê Hecînê, rûspî û helbestvanan çalakiyek li dar xist.
Derabarê vejandina çand û dîroka herêmê û danasîna wê bi şêniyan re, ji aliyê rûspî û helbestvanan nîqaş hate kirin.
Koma Çand û Kevneşopiyê stranên gelêrî yên ji mîrata herêmê pêşkêş kirin.
Tê payîn ku çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin
(dx)
ANHA