Li gundekî gundewarên Dêrazorê pirsgirêka ava vexwarinê hat çareserkirin

Şaredariya Gel li gundê Hiwayêc Bomesa yê gundewarên rojavayê Dêrazorê projeya torên ava vexwarinê ji 200 malan re bi dawî kir. Li aliyekî dîtir jî şaredarî torên kanalîzesyonê yên gundên girêdayî wê sererast dike.

Piştî rizgarkirina gundewarên rojavayê Dêrazorê şêniyên herêmê dest bi avakirina saziyên xwe yên wek Şaredariya Gel, komîn û meclisan kirin. Şaredariyê yekser dest bi restorekirina binesaziya herêmê kir.

Şaredariya Gel li gundê Hiwayêc Bomesa yê rojavayê gundewarên Dêrazorê ji destpêka avakirinê ve gelek proje bi dawî kirin. Ji wan jî projeya ronîkirina rêya di navbera gundên Hiwayêc Ziyab û Hiwayêc Bomesa bi dirêjahiya 6 km. Li aliyekî din jî şaredariyê 4 çarxerê li gundên Hiwayêc Ziyab û Hiwayêc Bomesa ava kirin.

Di vî warî de û bi hewldanên zêdekirina xizmetguzariyê, şaredariyê li gundên herêmê torên ava vexwarinê sererast kir.

Xebata projeyê ku ji 6’ê Tîrmehê de dest pê kiriye, 20 rojan dom kir. Bi wê re jî girêdana torên ava vexwarinê ji 200 malên gund re hat bidawîkirin.

Nirxa lêçûna projeyê 7 milyon û 435 hezar Lîreya Sûriyê bû.

Hevserokê Şaredariya Hiwayêc Bomesa Mehmûd El-Riyaş diyar kir ku ev proje ji bo avê bigihîjîne tevahî malên li gund hat pêk anîn. Li ser projeyên din ên ku di pêkanînê de ne, Mehmûd El-Riyaş wiha got: "Niha xebat li ser restorakirina torên kanalîzasyonê yên gundên girêdayî şaredariya me, tên kirin.”

El-Riyaş wiha lê zêde kir: "Niha çerxeriya têketina gundê Hiwayêc Ziyab ê gundewarên rojavayê Dêrarozê bi navê çerxeriya Şehîdan tê avakirin."

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gundê Hiwayêc Bomesa di destpêka meha Îlona 2017’an de rizgar kiribû.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din