Li gundê Um Hicêra êrîşa çeteyan têk çû

Şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) êrîşa çeteyan a li ser gundê Um Hicêra yê rojhilatê bajarê Serêkaniyê têk birin.

Li navçeya Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê, ji duh ve topbaran û bombebaran dijwar e. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan li Serêkaniyê û bajaroka Til Helef ê dîrokî û gundê Um Hicêra yê nêzî herêma pîşesazî bi pêşve werin.

Şervanên QSD`ê êrîşa çeteyan a li ser gundê Um Hicêra têk birin. Îro vê sibê jî QSD`ê êrîşa çeteyan li ser herêma pîşesazî têk bir.

(kc)

ANHA


Mijarên Din