Li gundê Um El-Firsan navendeke tenduristiyê vebû

Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo bi piştgiriya deste û Gerînendetiya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, îro navendeke tenduristiyê li gundê Um El-Firsan ê bajarê Qamişlo vekir da ku bê pere xizmeta tenduristiyê pêkêşî gel bike.

Di vekirina navendê de, hevserokên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Raperîn Hesen û Menal Mihemed, bijîşkên nexweşxaneya dil û çav a bajarê Qamişlo û kadroyên tenduristiyê û şêniyên gund amade bûn.

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Rênas Cûdî, Zehra Elî ve hate vekirin. Rênas Cûdî di hemleya QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê ya rizgarkirina herêmê de şehîd bûbû.

Piştre, hevserokên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê axivîn û vekirina navendê li şêniyên gund pîroz kir û tekez kir ku armanc ji vekirina navendê kêmkirina êş û azarên gel e û pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê bê pere ye.

Navend ji 7 odeyan pêk tê. Her wiha 3 ji wan 7 odeyan, yek a jinan, a duyemîn a zarokan û ya sêyemîn jî ya giştî ye. Her wiha mexber, embulans, beşa aşlekirinê û dermanxane jî hene.

Navenda tenduristiyê rojane ji bilî roja înê, ji saet 08:00’an heta 14:00’an dê vekirî be.

(kc)

ANHA


Mijarên Din