Li gundê Til Diyab QSD`ê derbeyên mezin li dagirkeran xist

Ji saetên sibê heta vê kêliyê, şerekî giran li gundê Til Diyab a girêdayî Serêkaniyê heye. QSD`ê derbeyên mezin li artêşa Tirk û çeteyên wê dixin, gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji saetên sibê de êrişî gundê Til Diyab kir. Şervanên QSD`ê bersiva êrişan da û şerekî giran rû da. QSD`ê derbeyên mezin li hêzên dagirker xist.

Di encamê de, 7 çete yên ku bi çav hatine dîtin, hatin kuştin. Her wiha li gorî agahiyan hejmara kuştî û birîndarên çeteyan zêde ye.

Şer dewam dike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din