Li Girkê Legê merasîma bîranîna cangoriyên azadiyê

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê 225 şehîdên ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û di nava têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê de di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin. Bi dehan malbatên şehîdan tev li merasîma bîranînê bûn.

Di merasîma bîranînê de sînevizyonek der barê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola şehîdan di avakirina şoreşan de, hate pêşandan.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso wiha axivî: "Gotina bîranîn gotineke bi nirx û girîng e di hemû civak û olan de. Ji ber ew dîrok, çand, exlaq digire nava xwe û têkiliyên di navbera pêkhateyan de xurt dike."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/03/01/112901_2021-3-1-girke-biranine-sehide-28629.jpg

Xerîb Hiso destnîşan kir ku şehîd ji bo avakirina welatan û parastina gelan canê xwe feda kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema mirov şehîdan bi bîr tîne, mirov têkoşîna wan ji bo azadiya gelê xwe bi bîr tîne. Ji ber wê jî dema mirov şehîdan bi bîr bîne divê em li derdora nirx û erkên xwe kom bibin û rêya şehîdan bişopînin."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/03/01/112948_2021-3-1-girke-biranine-sehide-28229.jpg

Di dawiyê de nasnameyên 225 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din