Li Girkê Legê û Amûdê bîranîna şehîd Zîlan

Kongreya Star a navçeyên Girkê Legê û Amûdê salvegera 24’emîn a şehîd Zîlan bi bîr anî û piştrast kir ku ev çalakî asta têkoşîn û berxwedanê di pêkanîna hêviyên gelan de bilind kir.

30’ê Hezîranê salavgera 24’emîn a çalakiya fedayî ya têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) ya 1996’an li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye.

GIRKÊ LEGÊ

Ji bo bîranîna salvegerê, Kongreya Star a navçeya Dêrikê merasîmek li dar xist ku tê de bi dehan şênî amade bûn. Merasîm li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî kantona Qamişloyê li dar ket.

Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a Kongreya Star Gulistan Ehmed nameya têkoşer Zîlan a ku ji rêber Abdullah Ocalan re beriya pêkanîna çalakiya fedayî şandiye, xwend. Piştre sînevîzyon der barê jînenîgariya şehîd Zîlan de hate pêşandan.

Merasîma bîranînê bi pêşkeşkirina Tîma Alniya ya Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya stranên şoreşgerî bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê Kongreya Star civînek li Navenda Horî ya Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şêniyan li dar xist.

Hola civînê bi wêneyên şehîd Zîlan, alên Kongreya Star û pankartên "Bi berxwedana Zîlan û Arînan dê dagirkeriyê têk bibin" hat xemilandin.

Dûre endama rêveber a Kongreya Star Şehnaz Îbrahîm li ser têkoşîna şehîd Zîlan û redkirina wê ya zilma li ser gelê Kurd li tevahî Kurdistanê axivî. Şehnaz Îbrahîm piştrast kir ku divê rêya têkoşîna ku şehîd Zîlan pê de çûye, bi bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê pêk bînin.

Di dawiyê de sînevîzyon der barê jînenîgariya şehîd Zîlan de hate pêşandan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din