Li Girê SPÎ sersaxî ji malbata şehîd Ibêd Xelîl El-Hesan re hate xwestin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan ji rûspiyên herêmê û şeniyan herêmê sersaxî ji malbata şehîd Ibêd Xelîl Xelef El-Hesan re, xwestin.

Piştî rojekê ji şehadeta şehîd Ibêd Xelîl Xelef El-Hesan, merasîma sersaxiya ji malbata şêxê eşîra El-Bo Asaf li bajarokê El-Alî baclibiyê ya girêdayî kantona Gir Spî hate lidarxistin.

Merasîm bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, şervanên QSD’ê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, şêxên eşîrên herêmê û bi sedan ji şênî, hate lidarxistin.

El- Hesen, şêxê eşîra El-Bo Asaf duh sibê di encama du guleyan de, li mala xwe ku li bajarokê El-Alî Bacilbiyê ya girêdayî kantona Girê Spî kuştî hate dîtin.

Têkildarî mijarê piştî ku aliyên peywedîdar ên ewlehiyê lêpirsîn kirin, diyar bû ku wî ji ber guleyan jiyana xwe ji dest daye.

Tê zanîn ku Ibêd Xelîl Xelef El-Hesan şêxê eşîra Ebo Asaf e, endamekî Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamê Buroya Têkiliyên QSD`ê û endamê buroya Têkiliyên Meclisa Sivîl Reqayê bû.

Di merasîma sersaxiyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Abd axivî. El- Abd sersaxî ji malbata şehîd Ibêd Xelef El-Hesan re xwest û wiha got: “Di encama keda ku da, şehîd Ibêd tevlî karwanê şehîdan bû. Em destpêkê  sersaxiyê ji hemû şêxên eşîran û hêzên leşkerî re dixwazin. Her wiha em ji civaka sivîl û azadîxwazên cîhanê  re sersaxiyê dixwazin."

El- Abd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev şehîd ji malbateke bi rûmet e, kesekî niştimanperwer bû.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din