Li Girê Spî mayîn bi çeteyekî ve teqiya

Li bajarê Girê Spî yê ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin mayînek bi çeteyekî girêdayî "El-Cebha El-Şamiya" ve teqiya, di encamê de çete birîndar bûn.

Çeteyê mayîn pê ve teqiya Ebû Cemal Kebzo ye, endamekî îstîxbarata çeteyên El-Cebha El-Şamiya ye. Çete  ji bajarê Til Rifat ê Şehbayê ye û li bajarê Efrînê bi cih dibû. Her dawî beşdarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Li gorî agahiyên ketine ber destê me çete Ebû Cemal di êrişên sala 2018‘an ên li ser Efrînê de beşdarî wêrankirina goristana şehîdan bibû.

Çete Ebû Cemal Kebzo ku ji ber mayînê birîndar dibe, rakirina nexweşxaneyên Tirkiyê.

ANHA


Mijarên Din