Li Girê Spî komên çete bi hev ketin: Sivîlek hat kuştin

Li kantona Girê Spî ya dagirkirî, di navbera komên çete de şer derket. Di encamê de ciwanek hate kuştin. Hate gotin ku çeteyan li tevahî gundên kantonê ji bo girtina kesên ku dixwazin, pêngavek dan destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, li taxa Şerqê ya bajarê Girê Spî di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiya û Cebha El-Şamiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derket, di encamê de ciwanekî sivîl bi navê Beşar El-Seed hat kuştin.

Çavkaniyan gotin ku çeteyan li gundewarên kantonê, destêkê ji gundên dagirkirî yên navçeya Eyn Îsayê pêngaveke girtina kesên ku dixwazin kirine. Her wiha destnîşan kirin gelek welatî hatin girtin û miqdarek mezin a çekan hatin desteserkirin.

ANHA

 


Mijarên Din